Demîrtaş û Kişanak dîsa bi hevserokên BDP hatine helbijartin

Duhî 14/10/2012`a roja yekşemê, li Enqerê paytexta Tirkiyê li hola Taner Kişlalî bi amadebûna şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê 2`emîn kongireya Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP`ê ya awarte destpê kir.
piştî ku di 2. Kongreya ne asayî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê hilbijartin hat encam dan ku di hilbijartinê de 1191 delege tevlê bûn, ku ji wan delegeyan 654 deng hatin bikaranîn û di encam de careke din Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak ji bo hevserokiya BDP bi piraniya dengan hatin hilbijartin.
Axavtina destpêkê ya kongirê ji aliyê Selahedîn Demîrtaş ve hatekirin û di axavtina xwe de demîrtaş bal kişand ser helwesta hikûmetê ya li hemberî çareseriya pirsa kurd û anî ziman ku heta wekhevî, edalet û aştî pêş nekeve pirsa kurd çareser nabe.
Demîrtaş, hemû parlementerên BDP'ê yên girtî, mevanên ku ji çar aliyan hatin tevlî kongreyê bûn û hemû girtiyên siyasî slav kir, hemû kesên ku ji bo pêşxistina têkoşînê ked û bedel dane yek bi yek silav kir.
Selahedîn Demîrtaş destnîşan kir ku axa Kurdistanê bi peymanên navneteweyî bûye 4 parçe û wiha got: " Bi têkoşîna Mele Mistefa, Seyîd Riza, Şêx Saîd, Ehmedê Xanê, Meleyê Cizîrî ji bîr nakin. Em dê wan her tim bibîr bînin û têkoşîna xwe bilind bikin. Em serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ji bîr nakin. Em Birêz Abdullah Ocalan ji bîr nakin”.
Demîrtaş Şoreşa Rojevayê Kurdistanê slav kir û got: Em bang li hemû gelê kurd dikin ku piştgiriyê bidin gelê kurdê Rojavayê Kurdistanê




