26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û balyozê Amerîkayê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, ligel balyozê Amerîka li Bexdayê û şandeya pê re, pêşhatên dawî yên rewşa Sûriyê û Iraqê û hemahengiya di navbera Pêşmergeyên Kurdistanê û hevpeymaniya navdewletî de behis kir.
Roja sêşem 14.07.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraqa Federal û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraq û Sûriye û her wiha rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da'îş li Enbar, Selahedîn û Nînowa xistin ber behs û guftûgoyan û çawayiya bilindkirina hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan û hêzên Iraqiyan hate nirxandin.

Her wiha behskirina di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û rêkeftinên di navbera Hewlêr û Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Nûçeyên têkildar