25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmergeyan derbeyeke dijwar li DAIŞê dan

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Başîk- Şeva borî çekdarên DAIŞê li eniya Başîkê êrîşî pêgehên Pêşmergeyan kirin, lê demlidest bersiva wan bi tundî hat dayîn.
Cîgirê berpirsê eniya Başîkê ya Pêşmergeyên Kurdistanê, Necim Ebdulla Qado, ji KDP.info re ragehand ku, şeva borî terorîstên DAIŞê ji du aliyan ve êrîşî pêgehên Pêşmergeyan li gundê Esquf kirin.
Qado da zanîn ku Pêşmergeyên Kurdistanê demildest bersiva êrîşa terorîstan dan û “bi dehan ji wan kuştin.” Lê heta neha hejmara hûr ya kuştî û birîndarên terorîstan nehatiye zanîn.
Gundê Esquf ser bi eniya Başîkê li rojhilatê Mûsilê ve ye.

Nûçeyên têkildar