Pêşmergeyan pêgehên DAIŞê wêran kirin

KDP.info-Xazir- Berpirsê ragehandina Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî ragehand ku, Pêşmergeyan bi alîkariya firokeyên hevpeymanan pêgehên DAIŞê li eniya Xazirê topbaran û bombebaran kirin.
Dilşad Mewlûd ji KDP.info re ragehand ku, demijmêr 03:30 ji serê sibeha îro Sêşemê, Hêzên Zêrevanî bi çekên giran û alîkariya firokeyên hevpeymanan, çend pêgehên DAIŞê li gundên Bedene û Zare Xatûn (li eniya Xazirê) armanc kirin.
Mewlûd da zanîn ku, ji encama topbaran Pêşmegeyan û bombebaran firokeyan, ziyanên madî û mirovî yên mezin gehande terorîstên DAIŞê.




