26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî fermana damezrandina “Hêza Şingalê” dide

Çavkanî: KDP.info

 

Şingal-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê fermana damezrandina “Hêza Şingalê” da, Qasim Şeşo jî wek fermandarê hêza navborî hatiye diyarkirin.

Qasim Şeşo di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand ku “tevaya wan hêzên ku beriya neha li Çiyayê Şingalê berevanî dikirin, dê bi fermana Serok Barzanî di çarçoveya yek hêzê de bên rêxistin.”

Şeşo diyar kir ku, ew hêza nû dê bi navê “Hêza Şingalê” be û neha jî ji “10 fewc û 26 siriyeyan” pêk tê û dê di bin desthilata Wezareta Pêşmerge de be.

Ji bilî Pêşmergeyên kurdên êzdî li ser Çiyayê Şingalê, neha hêzên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve li wê deverê hene (YPG, YPJ û YPŞ û Gerîle).

Derbarê çarenivîsa wan hêzan jî, Şeşo got: “Axa Şingalê axa xelkên Şingalê ye, her hêz û aliyek jî rêz li destilata Kurdistan û PDK negire, em nahêlin ku yek xulekê jî li navçeyê bimîne.”

Li gor ku Şeşo diyar kiriye, heta neha 5 hezar kesî navê xwe nivîsî ne, ji bo ku tevlî “Hêza Şingalê” bibin.

 
 
 
 

Nûçeyên têkildar