26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Kerkûkê dîsa Pêşmerge li DAIŞê da

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê eniya Rojavayê Kerkûk – Dûbiz ragihand ku Hêzên Pêş

Merge êrişeke terorîstên DAIŞê têk bibin û bera wan dan.

Dr. Kemal Kerkûkî, Berpirsê eniya Rojavayê Kerkûk – Dûbiz ji malpera KDP.info re ragihand: “Duhî êvarî saet 5 û nîv terorîstên DAIŞê li eniya rojavayê Kerkûkê êrişî ser çeperên Pêşmerge kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û bera wan dan.”

Kerkûkî wiha got: “Piştî êrişê balafirên şer ên hevpeymaniya nadewletî hatin asmanê deverê û bi giranî li DAIŞê dan û zêdetirî 8 terorîst kuştin û gellek jî birîndar kirin.”
 

Nûçeyên têkildar