Serfermandarê Pêşmerge: DAIŞ li Şingalê nikare zêdetir pêşe bê
__2015_07_13_h21m42s7__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serfermandarê Wezareta Pêşmerge ragihand ku çekdarên DAIŞê li Şingalê hatine şikestin û ew şikestina wan bûye sedem ku carna bixwazin êriş bikin bo veşartina şikestinên xwe. Herwiha da zanîn ku çekdarên DAIŞê li Şingalê nikare zêdetir pêşe bê.
Ferîq Cemal Mihemed, Serfermandarê Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên DAIŞê 4 caran tevger kirin û dixwestin pêşde bên û piştre vekişin, da ku şikestinên xwe veşêrin, lê her demê bixwazin pêşde bên Hêzên Pêşmerge bi tundî li wan didin û wan dişkînin.”
Mihemed wiha domand: “DAIŞ li çend eniyekê hatiye şikestin, tevî ku bi çekên giran jî êriş dikin û dixwazin pêşde bên, lê Hêzên Pêşmerge wek me li gundê Gabara bi tundî bersiva wan didin û wan dişkînin û ziyaneke mezin digihînin wan. Niha hemû Hêzên Pêşmerge amade ne bo her êrişeke DAIŞê.”
Serfermandarê Pêşmerge wiha domand: “Pêşmerge li Şingalê çekên baş di destê wan de ne û hêzên piştevaniyê li wir amade ye bo pûçkirina her êrişekê.”
Ferîq Cemal Mihemed ragihand: “Di çend mehên borî de bi dehan êrişê DAŞê hatin şiktin Pêşmerge DAIŞ dişkîne. Çekdarên DAIŞê li Şingalê nikare zêdetir pêşe bê.”




