25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîkî hêviya serfiraziyê ji gelê kurd û Pêşmerge re dixwaze

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serkonsulê Amerîka li Hewlêrê ku erkê wî bi dawî tê, hêvî dixwaze ku gelê kurd û Pêşmerge serfiraz bin û zûtir DAIŞê bi temamî bişkînin û xelkê navçeyê bi azadî bijîn.

Parêzgarê Hewlêrê, Newzad Hadî pêşwazî li şandeke konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê kir.

Serkonsulê Amerîka li Hewlêrê Jozêf Pînîngton ku ev 2 sal e ser li ser wî kursî ye, niha kesekî din dê cihê wî bigre. Serkonsul di wê hevdîtinê de spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parêzgeha Hewlêrê kir û pesnê wan dan ku di van 2 salan de piştgiriyeke baş li wî kirine û bûne cihê têgiheştin û serxistina karê wî û pêwendiyên dostane û alîkariya herdu aliyan.

Jozêf Pînîngton hêvî xwest ku gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam di pêşketin û serfiraziyê de bûn û Hêzên Pêşmerge jî bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî bi yekcarî bi ser DAIŞê de biser kevin û zûtir DAIŞê bi temamî bişkînin û xelkê navçeyê bi azadî bijîn.

Nûçeyên têkildar