Fraksiyona PDKê Qûbad Talebanî dibe parlementoyê

Hewlêr-KDP.info- Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwaz dike Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî di civîneke Parlamentoya Kurdistanê de amade bibe û hemû rastiyan eşkere bike.
Serokê Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de Omêd Xoşnaw ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî Cejna Remezanê emê wek PDKê saxwaz bikin ku Qûbad Talebanî bo civîna parlamentoyê bê vexwandin, da ku li ser pirsa petrolê pirsên din ên aborî li Herêma Kurdistanê her tiştî zelal bike.”
Derbarê sedema vexwendina Talebanî, Omêd Xoşnaw wiha got: “Di çend rojên borî de û ji Polîtburoya YNKê, me hinek gotin bihîstine ku dibêjin haya partiya wan ji awayê rêveberiya Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê ewlehî, aborî û siyaseta petrolê de, tune ye.”
Xoşnaw wiha domand: “Tişta ku li cem me cihê pirsyarê ye, bi taybetî di vê demê de ew e ku, kurê Sekreterê Giştî yê YNKê (Celal Talebanî), alîkarê serokwezîrê Kurdistanê ye û beriya demekê hat parlamentoyê û ligel serokên fraksiyonên nava Parlamentoyê behsa nakokiyên Hewlêr û Bexdayê kir, herwiha behsa serkeftinên Herêma Kurdistanê kir.”
Serokê Fraksiyona PDKê ragihand: “Ji bo ku ragihandina Polîtburoya YNKê bi vî awayî daxuyaniyan dide, û ji bo ku raya gistî ya Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê agahdarî rastiyan bibin, piştî cejnê emê birêz Qûbad Talebanî vexwendî parlamentoyê bikin, da ku her tiştî derbarê wan pirsan eşkere bike.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji serê vê mehê ve rêkeftina xwe bi Bexdayê re rawestand û petrol nema radestî Bedayê dike û niha ew bi serê xwe petrolê difroşe. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje em neçar in petrolê bifroşin ji ber ku Bexda pereyên me ji me re naşîne û em nikarin mûçeyên fermanberên xwe bidin.
YNKê roja Înê di daxuyaniyekê de daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê kir ku, girêdayî rêkeftina xwe ligel Bexdayê be li gorî destûr û rêkeftinan, herwiha daxwaz jê kirk u dest bi gotûbêjan bike da ku herdu alî bigihên encamên baş.
Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê, Dilşad Şehab ragihandibû: “Di civîna her 5 partiyên Başûr ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pirsa petrolê, Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qûbad Talebanî behsa binpêkirina Hikûmeta Iraqê bi rêkeftina Hewlêr û Bexdayê kir, lewma daxuyaniya YNKê gellek pirsyaran li xwe digire.”




