26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Babekir Zêbarî bi yekcarî vedigere Kurditsanê..Dê bi erkekî nû bê spartin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Çavkaniyeke nêzîk ji nivîsgeha (Babekir Zêbarî) diyar kir ku, biryar e sibse Sêşemê, serokerkanê berê yê Iraqê Babkir Zêbarî bi temamî vegere Kurdistanê, dê merasîmeke fermî jî bo vegera wî were li darxistin.
Çavkaniya ku nexwestiya navê wê aşkere bibe ji KDP.infp re ragehand ku, dê sibe merasîmeke fermî bi mebesta pêşwazîkirin li Babekir Zêbarî li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê were li darxistin.
Dê her yek ji Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fadil Mîranî û endamê poltîbîroyê Zeîm Elî û hejmarek berpirsên din ên pile bilind ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bin.
Tevî ku heta neha ti aliyekî fermî ew zanyarî piştrast nekirine, lê peyamnêrê me diyare kir ku, dibe êdî Zêbarî wek “şêwirmendê leşkerî yê Serok Barzanî û endamê Fermandeya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kar bike.”
Babekir Zêbarî, Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê bû, ji sala 2005an û heta beriya demekê di posta serokerkanê de kar dikir

Nûçeyên têkildar