26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hewlêr bo Bexdayê: Em neçarin petrola xwe bifroşin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Endamekî kurd di Encumena Nûnerên Iraqê de eşkere kir ku Herêma Kurdistanê bi Dr. Roj Nûrî Şaweys re peyamek bo Hikûmeta Iraqê şand û niha li hêviya bersivê ye.

Dr. Eşwaq Caf, parlemantera kurd li Bexdayê ji malpera KDP.info re ragihand: “Herêma Kurdistanê dixwaze nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bibin û bo wê yekê peyamek bi rêya Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Dr. Roj Nûrî Şaweyis bo Hikûmeta Iraqê şand û niha Hikûmeta Kurdistanê li hêviya bersiva wê ye. Hikûmeta Kurdistanê Bexda agahdar kiriye ku ya divê pêbendî rêkeftinê be yan dest ji Kurdistanê berde û bihêle em bi xwe petrola xwe bifroşin.”

Caf wiha got: “Herêma Kurdistanê petrola xwe difroşe, lê hinek kes dibêjin Kurdistanê rêkeftinê binpê dike, lê di rastî de ne wisa ye û Kurdistan bi neçarî petrolê difroşe, ji ber ku ew pereyên ku Bexda ji me re dişîne têra tiştekî nake.”
 

Nûçeyên têkildar