25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hoşyar Zêbarî: Bexda milyarek û 700 milyon dolar deyin kir

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Iraqê Hoşyar Zêbarî ragihand ku, Hikûmeta Iraqê milyarek û 700 milyon dolar ji Banka Navdewletî deyin kiriye.

Hoşyar Zêbarî di konferanseke rojnamevaniyê de li Bexdayê  ragihand: “Em spasiya Banka Navdewletî û berpirsên wê dikin ku daxwaza bi cih anîn û milyarek û 700 milyon dolar bi deyin dan me.”

Zêbarî wiha got: “Ew pere dê, milyarek dolar bo alîkariya budceya Iraqê be ji ber ku welat di kirîzeke aborî de derbas dibe, 350 milyon bo avakirina navçeyên rizgarkirî be û 350 milyon jî bo çêkirina rêya Mîna Im Qesir heta bajarê Besra be, ku hemû Iraq bi wê navçeyê ve girê dide.

Wezîrê Darayî wiha domand: “Ev yekem alîkariyên navdewletî ne bo avakirina navçeyên wêrankirî û pêşkêşkirina alîkariyan ji wan re.”

Nûçeyên têkildar