Sûriye.. Beşek ji Kelha Helebê herifî

Sûriye-KDP.info- Di encama teqînekê de li nêzîkî Kelha Helebê, beşek ji wê wî şûnwarê dîrokî herifî.
Ajansa fermî ya Sûriyê, Sana ragihand: “Grûpên terorîst tunelek li nêzîkî Kelha Helebê teqandin û di encamê de beşek ji sûr herifî.”
Li gorî ajansê, ziyanên mezin gihîştin kelhê û heta niha aliyê ku teqîn pêk aniye diyar nebûye, lê piştî teqînê şer di navbera hêzên hikûmetê û hêzên dijbereyê derket.
Dîroka wê kelhê vedigera bo serdema 13ê û dikeve nava bajarê Helebê.




