26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li taxeke Şingalê 8 DAIŞ hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Balafirên şer ên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî taxeke Şingalê bombebaran kirin û di encamê de 8 terorîst hatin kuştin.

Raîd Xetab Bankî, Fermandarê Tabûra 3 ya Lîwaya 8 a Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Saet 3 ê piştî nîvro balafirên şer ên Amerîka û hevpeymaniya navdewletî li taxa Sit Zeyneb a Şingalê li navendeke DAIŞê dan û ziyaneke mezin gehandin terorîstên DAIŞê.”

Bankî wiha got: “Li gorî agahiyan, li wî cihê ku balafiran lê dan, 8 terorîstên DAIŞê ku xwe veşartibûn, hatin kuştin.”
 

Nûçeyên têkildar