Dr. Nasih Xefûr: Dema referandûmê hatiye
__2015_07_12_h22m2s50__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Yasanasek amaje bi pêngavên referandûmê li Kurdistanê dike û dibêje, ji aliyê qanûnî û realîtî ve dema referandûma Kurdistanê hatiye.
Dr. Nasih Xefûr, yasanas û endamê berê yê Parlamantoya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Gerek Bexda ji sala 2007an ve pirsa Kerkûkê û navçeyên madeya 140 çareser kiriba, lê niha di sala 2015an de hêj pêngavê çareseriyê navêtiye û wek navendê mamele ligel me dike ne wek hikûmeteke federal. Bexa naxwaze li gorî destûrê Iraqê têkeliyê li ligel me bike.”
Xefûr wiha got: “Di destûra Iraqê de hatiye ku eger aliyek destûr wek pêwîst cîbicî neke, wê demê her aliyek ji wan dikare li gorî wê realîta ku heye tevbigere bi taybetî vegere bo dengê xelkê û referandûmê.”
Nasih Xefûr wiha domand: “Li gorî qanûnên navdewletî her miletik xwedî wî mafî ye ku çarenivîsa xwe diyar bike, lewma ji aliyê qanûnî ve ti pirsgirêka Kurdistanê tune ye eger referandûmê bike, ji ber ku li gorî destûra Iraqê ev mafê Herêma Kurdistanê ye.”
Wî yasanas û endamê berê yê Parlamantoya Kurdistanê ragihand: “Zemînesaziyekî baş li Kurdistanê heye ku referandûn were kirin û niha dema wê ye, herwiha pêngavên baş hatine avêtin ji bo vê mebestê, herwiha divê em vê rastiyê li ser navçeyê bikin rastiyek. Eger em serxwebûna xwe rabighînin wê demê dê welatên cîhanê dewleta me qebûl bikin.”




