Hikûmeta Kurdistanê: Gotinên Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê metirsîdar in

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî daxuyaniya Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir red kir û gotinên wî bi hizirkirineke metirsîdar wesif kir.
Sefîn Dizeyî red kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti cudahiyek di navbera parêzgehên Kurdistanê de bike û ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku nûneratiya hemû xelk û navçeyên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê dike, bi ti şêweyekê cudahiyê di navbera parêzgehan de nake û bi çavekê berê xwe dide hemû parêzgehan.”
Şeva borî, Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Heval Ebûbekir di bernameya Ligel Renj a radyo û televizyona Rûdawê de ragihand: “Hikûmet cudahiyê di navbera parêzgehan de dike, benîzn li Hewlêrê heye û li Silêmaniyê nine, kehreba li Hewlêrê baş kirine û li Silêmaniyê nine. Ez hêvîdarim ku wisa lê neyê ku careke din em daxwaza herêmeke serbixwe ji Silêmaniyê re bikin.”
Di bersiva wê daxuyaniya Heval Ebûbekir de ku ji Tevgera Goranê ye, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku nûneratiya hemû xelk û navçeyên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê dike, bi ti awayekê cudahiyê di navbera parêzgehan de nake. Belkû bi çavekê berê xwe dide hemû parêzgehan û bi yek astê û bi yeksanî xizmetdayînan pêşkêşî parêzgehan dike.”
Dizeyî herwiha got: “Daxuyaniyên bi vî awayî û hewlên bo cudakirina Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê bi hincetên ku qaşo Hikûmeta Herêma Kurdistanê cudahiyê di navbera parêzgehan de dike, ji hizirkirineke tirsnak tê ku civak û coxrafiyaya Herêma Kurdistanê dixe ber metirsiya parçebûnê. Ji ber wê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şêweyekê vî awayê hizirkirinê û daxuyaniyên bi vî awayî red dike û Silêmanî wek paytextê rewşenbîrî, beşek neveqtiyayî ya Herêma Kurdistanê ye û dê her wisa jî bimîne.”
Sefîn Dizeyî herwiha tekez jî dike, ku bûdceya Herêma Kurdistanê û bûdceya geşedana parêzgehan li Herêma Kurdistanê li ser bingeha hejmara rûniştvanên parêzgehê tê dabînkirin û ew jî salane di parlamentoya Kurdistanê de tê pesendkirin.
Dizeyî derbarê navçeyên Kurdistanî yên li derveyê îdareya Herêma Kurdistanê de jî got: “Heta bo wan navçeyên Kurdistanî yên ku li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne jî, ji sala 2003an ve heya niha hikûmetê bi berdewamî hewl daye ku di hemû warên xizmetdayînên wek perwerde, saxlemî, kehreba, av asayiş û çend xizmetdayînên din de jî alîkariya wan navçeyan bide.”




