26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge gundê Gabara azad dikin..40 terorîst hatine kuştin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Şingal- Gundê Gabara li devera Şingalê ji terorîstên DAIŞê hat paqijkirin, herwiha bêgir ji 40 terorîstî li wî gundî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
Fermandarê Pêşmerghe li Çiyayê Şingalê Qasim Şeşo ji KDP.info re ragehand ku, şerekî giran û dijwar yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê terorîstên DAIŞê li gundê Gabara birîve çû, Pêşmergeyan derbeyek dijwar li terorîstan xistn û ziyaneke madî û mirovî ya mezin gehandine wan.
Şeşo got jî: “Ti ziyan negehiştine Pêşmergeyan, bêhtir ji 40 terorîstî hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn, birîndar jî ber bi Şingalê ve reviyane, tevî ku 5 otombîlên terorîstan hatin jinavbirin, ku Hemerk û Zirîpoşek 3 pîk up bûn.”
Amaje kir jî ku, neha gundê Gabara bi temamî ji çekdarên DAIŞê hatiye paqijkirin û ketiye bin kontrola Pêşmergeyên Kurdistanê de û rewşa wê jî aram e.

Nûçeyên têkildar