Cîgirê melbenda Şingalê bi fermana dadgehê hat girtin..Asayişa Tilkêfê: Bi tohmeta handanê bû

KDP.info-Tilkêf- Rêveberê Asayişa Tilkêfê ragehand ku, ew kes bi fermana dadgehê hatiye girtin, xelk han dida ku navçeyê vala bikin, ev yek jî xizmeta dujmin dike, ne ya xelkên navçeyê.
Muqeddem (Zêrevan Beroşkî) di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, Asayişa Tilkêfê bi fermana dadwer, welatiyê bi navê (Hisên Derman Xetarî) girt.
Zêrevan Beroşkî tekez kir ku, Xetarî bi fermana dadgehê hatiye girtin, ne ku bi fermana Asayişa Elqoşê ye, wek ku hinek dezgehên medyayî didin xuyakirin, herwiha tekez kir ku, Hisên Derman Xetarî wel welatiyekî hatiye girtin, nme ku wek kesayetiya aliyekî siyasî, babet jî yasayî ye û bi aşkereyî û bi fermana dadwer hatiye girtin. ne ku bi biryareke siyasî.
Li gor fermana dadgehê, Xetarî xelkên navçeyê tirsandine û daxwaz ji wan kiriye ku navçeya xwe vala bikin, bi bihaneya ku dê DAIŞ derbasî navçeyê bibe.
Hisên Derman Xetarî cîgirê berpirsê melbenda 15 a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Şingalê ye.




