26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Silêvaneyî: Alîgirên Malikî dijayetiya Hewlêr û Bexdayê dikin

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- dike, lewma ji mafê Herêma Kurdistanê ye ku bi awayekî serbixwe petrola xwe bifroşe.
Silêvaneyî da zanîn jî ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare bi wî awayî ligel Bexdayê berdewam be, ji ber ku hemû tiştê ku Bexda li bermaber Herêma Kurdistanê dike, sitem û zilm e.
Wî parlementerê kurd diyar kir jî ku, grûpek li Bexdayê heye ku ji bo tevgerandina cadeya Şîe kar dike, daku guvaşê bixine ser hikûmetê daku nehêle Herêma Kurdistanê bi awayekî serbixwe petrola xwe bifroşe, ew grûp jî ser bi Dewleta Yasa ve ye, ku Nûrî Malikî serkirdayetiya wê dike. Ew jî ji ber careke din Malikî vegere ser desthilatê.
Navborî tekez kir ku, Herêma Kurdistanê bi temamî pêbendî rêkeftina ligel Bexdayê bûye, lê Bexda bendên wê rêkeftinê binpê kirine, lewma Herêma Kurdistanê neçar e ku rêyên din bibîme ji ber ku budce û mûçeya fermanberan peyda bike.
 

Nûçeyên têkildar