PDK civîna YNKê red nekiriye..Qûbad Talebanî bi xwe dibêje Bexda pêbendî rêkeftinê nebûye

Hewlêr-KDP.info- Dilşad Şehab Endamê Encumena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku, ne YNKê daxwaza civînekê ligel PDKê kiriye û ne jî PDKê ti civîn bi wan re red kiriye. Şehab da zanîn ku, hemû alî û bi YNKê ve jî yekdeng bûn ku Hikûmeta Bexdayê pêbendî rêkeftina xwe ligel Hewlêrê nebûye û ev yek bi taybetî ji aliyê Alîkarê Serokwezîr, Qûbad Talebanî ku serkirdeyê YNKê ye, hatiye pejirandin.
Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê, Dilşad Şehab ji malpera KDP.info re ragihand: “Di civîna her 5 partiyên Başûr ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pirsa petrolê, Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qûbad Talebanî behsa binpêkirina Hikûmeta Iraqê bi rêkeftina Hewlêr û Bexdayê kir, lewma daxuyaniya YNKê gellek pirsyaran li xwe digire.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji serê vê mehê ve rêkeftina xwe bi Bexdayê re rawestand û petrol nema radestî Bedayê dike û niha ew bi serê xwe petrolê difroşe. YNKê duhî di daxuyaniyekê de daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê kir ku, girêdayî rêkeftina xwe ligel Bexdayê be li gorî destûr û rêkeftinan, herwiha daxwaz jê kirk u dest bi gotûbêjan bike da ku herdu alî bigihên encamên baş.
Ew daxuyaniya YNKê di demekê de hat ku di çend rojên borî de berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez li ser binpêkirina Bexdayê dikirin û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Ew rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, ne guncaw e û ez bawer im Bexda jî dizane ku pirsgirêkên Herêma Kurdistanê pir mezin in.”
Nêçîrvan Barzanî wiha gotibû: “Krîzeke pir mezin li Kurdistanê çêdibe, ew jî ji ber ku niha şerê DAIŞê berdewam dike û zêdetirî 1 milyon û 700 koçber li Herêma Kurdistanê ne û Hikûmeta Iraqê ev zêdetirî 3 mehan e ku mûçeyê fermanberên Kurdistanê ne şandiye, herwiha sala 2014an jî Bexdayê para Kurdistanê ji budceya Iraqê jê re neşandibû.”
Hewlêr û Bexda lihev kiribûn û rêkeftina wan bibû qanûn, ku Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol ji Bexdayê re hinarde bike, ji aliyê xwe ve jî Hikûmeta Bexdayê % 17 ji budceya Iraqê ji Kurdistanê re bişîne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê digot em petrolê dişînin lê Bexda pereyên me ji me re naşîne.
Ji aliyekî din ve, Dilşad Şehab ragihand: “Ne YNKê daxwaza civînekê ligel PDKê kiriye û ne jî PDKê ti civîn bi wan re red kiriye. Derbarê pirsa petrolê jî hemû alî û bi YNKê ve jî yekdeng bûn ku Hikûmeta Bexdayê pêbendî rêkeftina xwe ligel Hewlêrê nebûye.”
Şehab wiha domand: “Pêwendiya PDKê û Partiya Şûî dîrokî ne. Sekreterê partiya wan ne li Kurdistanê bû ji ber vê yekê şanda PDKê serdana wê partiyê nekir.”




