25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Elmanyayê 60 ton çekên din dişîne ji Pêşmergeyan re

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Hikûmeta Elmanyayê barek din ji çek û teqemeniyan bo Pêşmergeyên Kurdistanê dişîne.


Fermandariya Artêşa Elmanyayê ragehand ku, wan 60 ton ji çek û teqemeniyan wek alîkarî bo Pêşmergeyên Kurdistanê şandine, ji bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê.


Li gor daxuyaniyekê Fermandariya Artêşa Elmanyayê, ew barê çekan bi rêya frirokeyeke ji cure (Entov AN-124) ya taybet bi veguhestina çekan ji firokexaneya (laypzîg) hatiye şandin, destpêkê çûbû Bexdayê ji wê de hatibû Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, ku ji aliyê berpirsên Herêma Kurdistanê ve roja Pêncşema borî hatiye pêşwazîkirin.


Di daxuyaniyê de amaje bi cur û hejmara wan çekan wiha hatiye kirin: “200 çekên Mîlan, 900 anti-tank, 3 gule ji cure DM12A1, 5 hezar narincok, yek milyon guleyên çekên elmanî.

Nûçeyên têkildar