Kurdistanê firotina petrolê garantî kiriye

KDP.infor-Hewlêr- Parlementerekî Partiya demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê ragehand ku, hikûmeta Iraqê hemû ewldanên xwe dike ji ku Herêma Kurdistanê di firoştina petrola xwe de serkeftî nebe, tekez dike jî ku Herêma Kurdistanê di vê derbarê de garantî ji kompaniyayê ku dê petrola wê bikirin, wergirtiye.
Erdelan Nûredînî ji KDP.info re tekez kir ku, Herêma Kurdistanê garantî bidest xistiye, wê dema ku petrola xwe bi awayekî serbixwe firoştiye.
Nûredînî da zanîn ku, dibe ku Bexda krîzên din ji Herêma Kurdistanê re drust bike, lê eger Herêma Kurdistanê serxwebûna aborî ragehand dê serkeftî be, herwiha dê ji aliyê darayî ve jî pêwîstiya wê bi Bexdayê menîne.
Parlementerê PDK tekez kir jî ku, Herêma Kurdistanê herdem ligel danûstandinan bû û xwestibû bi wê rêyê arîşeyan çareser bike, lê Bexda ne amade bû.




