26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Em ji bo serxwebûnê karekî cidî dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Ewlekari Kurdistanê Mesrûr Barzanî got serxwebûn mafeke bingehîn ê gelê kurd e û ew karek cidî bo dikin. 

Şêwermendê Encumena Ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê ligel kanala KurdistanTv de got ku serbixweyî mafê bingehîn ê gelê Kurde û dê Kurd jî weke hemû gelên din ên cîhanê bigehe vê mafê xwe. 

Mesrûr Barzanî got: ”Mijara serxwebûna Kurdistanê meseleyek gelek girîng e û pêdivî bi yekrêziya tevahiya partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê heye. Dibê gelê Kurd rojek ji rojan bigehe serxebûnê. Lê belê çawaniya wergirtina serbixweyî pêvajoyek e û qonaxên wê yên cûda hene ku em bikarin jêre kar bikin.” 

Şêwermendê Encumena Ewlekariya Kurdistanê Barzanî diyar kir ku kurd ne sedema dabeşkirina Iraqê ne û Iraq bixwe di pratîkê de perçe bûye. 

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku Partiya Demokrat a Kuridstanê (PDK) bi dirêjahiya dîrokê xebat bo vê yekê kiriye ku kurd jî weke tevahiya gelên din ên cîhanî bibe xwedî mafê diyarkirina çarenivîsa xwe, lewra ev mesele hertim yek ji armancên sereke ya xebata vê partiyê bûye. 

Herwiha Mesrûr Barzanî daxwaz ji tevahiya partî û aliyên siyasî kir ku vê mijarê bikin bernameya karên xwe yên siyasî daku bihevre bikarin vê mafê bo gelê kurd bidest bixin.

Nûçeyên têkildar