Serok Barzanî sersaxî li Şahê Siûdiye kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî ji ber koça dawî ya Emîr Siûd Feysel Wezîrê berê yê Derve yê Şahnişîna Siûdiye di peyamekê de sersaxî li Şahê Sûidiye kir.
Ji bo koça dawî ya Emîr Siûd Feysel Wezîrê berê yê Derveyê Şahnişîna Siûdiye, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê peyameke hevxemiyê ji bo Şah Selman Bin Ebdulezîz Paşayê Şahnişîna Erebî ya Siûdiye re şand û têda serxweşiyê li Paşa û gelê Siûdiye kir.




