25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Arif Ruşdî: Tirkman û xiristiyan pêkhateyên resen in li Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Polîtburoya PDKê dibêje, hewla kêmkirina kursiyên kota alîkariyên navdewletî bo Herêma Kurdistanê dixe metirsiyê de, Herwiha da zanîn ku tirkman û xiristiyan pêkhateyên resen in li Kurdistanê û nabe ti alî ji ber helwesteke azad û niştimanî û siyasî toleyê ji wan bike.

Arif Ruşdî, Şêwirmendê Polîtburoya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji kevin ve, Herêma Kurdistanê olên cuda tê de bûn û jibilî kurdan xelkên din jî tê de jiya ne, kurdan hemû ali xwe girtine û bi hevre bi ciwanî jiya ne. Welatên cîhanê yên demokratîk qîmeta vê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê baş nas dikin, lewma dema ew rêxistina hov êrişî Kurdistanê kir zû bi me ve hatin û piştgiriya me kirin.”

Ruşdî wiha got: “Ma çawa dibe hinek alî bo berjewendiya xwe vê rewşa îro ya Kurdistanê bikar bînin û civaka navdewletî ji me bixin nav şek û gumanan?. Tirkman û xiristiyan pêkhateyên sereke yên Kurdistanê ne û nabe ti alî ji ber helwesteke azad û niştimanî û siyasî toleyê ji wan bike.”

Wî Şêwirmendê Polîtburoya PDKê tekez kir ku, bi kêmkirina kursiyên wan pêkhateyan dê ziyaneke mezin bigihê navê Herêma Kurdistanê, yak u dixwaze dewleteke sirbixwe demokrat ava bike. Hewla kêmkirina kursiyên kota alîkariyên navdewletî bo Herêma Kurdistanê dixe metirsiyê de.

Nûçeyên têkildar