Beljîka ji şerê DAIŞê venekişya ye

Beljîka-KDP.info- Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Beljîkayê ragihand ku hikûmeta welatê wî ji şerê li dijî terorîstên DAIŞê venekişyayeû ligel Holenda lihev kiriye ku bi nobet balafirên wan êrişî DAIŞê bikin.
Nûnerê Hikmûta Herêma Kurdistanê li Ewropayê Dilawer Xalid Ajgeyî ligel şandeke nûneratiya Kurdistanê serdana Parlamentoya Beljîkayê kir û ji aliyê Dîrk Van Dêr Malin serokê Komîteya Pêwendiyên Derve civiyan.
Di wê hevdîtinê de, Dilawer Xalid Ajgeyî daxwaz ji Parlamentoya Beljîkayê kir ku guvaşê bixe ser hikûmeta welatê xwe ku zêdetir alîkariya Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bi taybetî yên birîndar bike.
Ji aliyê xwe ve, Dîrk Van Dêr Malin tekez kir ku hikûmeta welatê wî ji şerê li dijî terorîstên DAIŞê venekişyayeû ligel Holenda lihev kiriye ku bi nobet balafirên wan êrişî DAIŞê bikin.




