Di nava şîeyan de hink kes piştgiriyê li serxwebûna aborî li Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Parlamanterekî kurd li Iraqê di wê baweriyê de ye ku Bexda ji dil ji Kurdistanê aciz e û ti sûda gotûbêjan nemaye û ew bi xwe naxwaze rêkeftin ser bigirin, lewma divê em hemû alî pişta Kurdistanê bigirin ku ji aliyê aborî ve bibe serbixwe.
Dr. Erefat Kerem, Parlamenterê Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew şanda Kurdistanê ku çûye Bexdayê, biryar bû ligel Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Petrolê bicivin, lê em hest dikin niyeteke pîs li cem Bexdayê heye û naxwaze wê civînê pêk bîne.”
Dr. Erefat wiha got: “Civîn û gotûbêj ligel Bexdayê bêsûd bûye, ji ber ku bi hizrê şovînî Hikûmeta Iraqê birêve dibin. Naxwazin rêkeftina Hewlêr û Bexda ser bigire. Ew bi xwe naxwaze rêkeftin ser bigirin, lewma divê em hemû alî pişta Kurdistanê bigirin ku ji aliyê aborî ve bibe serbixwe.”
Wî parlamenterê kurd wiha domand: “Mijara rêkeftina Hewlêr û Bexdayê aliyên din ên Iraqê jî dilgiran kiriye, niha di nava şîeya de jî hinek kes hene ku piştevaniyê li serxwebûna aborî ya Kurdistanê dikin û ji hevpeymaniya şîeyan re dibêjin, eger hûn piştgirya serxwebona kurdistanê ji aliyê aborî ve nekin, li dijî wê jî ranewestin, ji ber ku dizanin Bexda naxwaze ligel Bexdayê lihev bike.”




