Bexda alîkariya wan 16 hezar koçberên Soranê nekiriye

Soran-KDP.info- Heta niha zêdetirî 16 hezar û 200 koçberan berê xwe dane devera Soran û rojane jî ew hejmare zêdetir dibe, lê heya niha Bexda ti alîkariya wan 16 hezar koçberên Soranê nekiriye.
Rêveberê Rêveberiya Koç û Koçberan a Soranê, Ebas Emîr ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina koçberan bo devera Soran berdewam dike û piraniya wan koçberan xelkê Enbar û Rumadî ne.”
Ebas Emîr wiha got: “Niha li her çar bajarokên Soranê, li Mêrgesor, Çoman û Rewandiz 3 hezar û 300 malbatên koçber hene, ku hejmara wan 16 hezar û 200 kes e û heta niha jî hinek koçber nehatine tomarkirin.”
Emîr wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wan re texsîr nake. Em wek aliyên pêwendîdar rojane alîkariya wan koçberan dikin, lê mixabin Hikûmeta Iraqê heta niha ti alîkariya wan nekiriye.”




