Nêçîrvan Barzanî: Rêkeftina neha ne gunca ye, me pêşniyarên nû gehandinde Bexdayê

KDP.info-Hewlêr-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand ku, Herêma Kurdistanê merc û pêşniyarên xwe ji bo çareserkirina kirîza petrol û bûdceyê ji Bexdayê re şandine, ji ber wê jî pêwîst nake ew serdana Bexdayê bikin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsa Rûdawê de li ser wê yekê ku gelo hikûmeta Kurdistanê ji bo çareserkirina nakokiyên Hewlêr û Bexdayê, dê serdana Bexdayê bike yan na, got, vê gavê tiştekî wisa tine lê eger lazim bû emê herin Bexdayê.
Serokwezîr Barzanî li ser rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê jî got, rêkeftina han di warê aborî de kêrî Herêma Kurdistanê nayê ji ber ku Bexda jî dizane, pirsgirêkên Kurdistanê ji vê yekê mezintir in.
Li gorî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê ji ber şerê DAIŞê hêdî hêdî hilweşiyaneke mezin diqewime çimkî zêdetirî milyonek û 700 koçber li Herêma Kurdistanê hene her wiha ev du-sê mehên hikûmeta Kurdistanê mûçe nedaye ji ber ku bûdceya Kurdistanê hatiye birrîn.
Nêçîrvan Barzanî di bersiva vê pirsê de ku gelo pêşniyar û şertên nû yên Hewlêr ji bo Bexdayê hene yan na, got, ez nikarim behsa her tiştî bikim lê me bi rêya alîkarê serokwezîrê Iraqê Roj Nûrî Şawês re pêşniyarên xwe ji Bexdayê re şandiye û em niha bi wan re gotûbêj dikin…




