Selah Delo: Serok Barzanî aramiya Kerkûkê wek xeta sor da zanîn

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Ecumena Serkirdatiya PDKê ya Kerkûk Germiyan ragihand ku, serdana Serok Barzanî bo Kerkûkê xwedî girîngiyeke taybet e, bi taybetî ji ber nirxandina pirsa emnî ligel fermandarên leşkerî ku tekez kir ku aramiya Kerkûkê xeta sor e.
Selah Delo, Berpirsê Ecumena Serkirdatiya PDKê ya Kerkûk Germiyan ji malpera KDP.info re ragihand: “Hatina cenabê Serok Barzanî bo Kerkûkê pir girîng bû, ji ber ku ji nêzîk ve gotûbêj ligel hemû fermandarên leşkerî kir û behsa ewlehiya bajarê Kerkûkê hat kirin. Serok Barzanî amadehiya xwe bo her alîkariyekê eger pêwîst bike nîşan da, herwiha pirsa parastina ewlehiya Kerkûkê di ser her tiştî re digirt, ku got aramiya Kerkûkê xeta sor e û pêwîst e ew aramiya ku bi destê Pêşmerge hatiye were parastin.”
Delo wiha got: “Serok Barzanî tekez li ser kurdistanbûna bajêr kir û ragihand ku, ciwaniya bajêr ew e ku hemû pêkhateyên Kerkûkê bi hev re wek bira bijîn.”
Berpirsê Ecumena Serkirdatiya PDKê ya Kerkûk Germiyan wiha domand: “Nexşeya leşkerî ya şer û plana Pêşmerge û şikestina DAIŞê li eniyên şer hatin nirxandin û bûn cihê dilxweşiya fermandarên leşkerî, herwiha raporên eniyên şer hatin xwendin.”




