25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xazir.. Pêşmerge û balafiran li DAIŞê dan

Çavkanî: KDP.info

Xazir-KDP.info- Li eniya Xazirê Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ciheke terorîstên DAIŞê kirin armanca xwe û 6 kes ji wan kuştin.

Li gorî daxuyaniyeke Pêşmergeyên Zêrevanî, saet 8ê êvarê Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî bi çekên giran li ser erdê û hevpeymaniya navdewletî li asman li kombûneke terorîstên DAIŞê li gundê Bazirgirkanê ya eniya Xazirê dan.

Li gorî zanyariyên hûr ên hewlagîrî û fermandarên Pêşmergeyên Zêrevanî, di encama wê operasyonê de herî kêm 6 terorîst hatin kuştin.
 

Nûçeyên têkildar