26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîranî: Bi dilxweşî hemû alî ji sazanê re amade ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî di pêşwaziya nûnertiya 135 rêxistinên civaka medenî de ragihand ku, bi dilxweşî hemû alî bo çareseriya pirsgirêkan ji sazanê re amade ne.

Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro li Selahedînê pêşwazî li nûnertiya 135 rêxistinên civaka medenî kir, ew jî bi mebesta arastekirina yadaştekê bo piştevaniya aliyên siyasî bo rêkeftin û sazanê.

Di vê civînê de, Endamê Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed, Endamê yedek tê Polîtburoya PDKê Remzî Şeiban amade bûn.

Di vê civînê de Mîranî ragihand ku, çalakbûna rêxistinên mafê mirovan li Kurdistanê tê maneye pêşketina bihayê demokrasiyê li Herêma Kurdistanê û ew rêxistin rola navgîrî di navbera welatiyan û hikûmetê de dilîzin.

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî di pêşwaziya nûnertiya 135 rêxistinên civaka medenî de ragihand ku, bi dilxweşî hemû alî bo çareseriya pirsgirêkan ji sazanê re amade ne.

 

Nûçeyên têkildar