Nêçîrvan Barzanî: Tehdayên li pêş Herêma Kurdistanê ji nakokiyan siyasî mezintirin

KDP.info-Hewlêr- Piştî civîna ligel aliyên siyasî, Nêçîrvan Barzanî ragehdan ku, tehdayên li pêş Herêma Kurdistanê, gelek ji nakokiyên navxweyê mezintirin, lewma pêwîste em bihevre rûbirûyê bibin.
Îro Çarşemê danê nîvro, şandeya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya cîgirê serok Nêçîrvan Barzanî ligel şandeya Beyt El-nehrên, Partiya Niştimanî ya Aşorî û Encûmenên Newteweyî ya Kildanî civiya, pirsa destûr û serokatiya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Piştî bidawîhatina civînê, di konferensekî rojnamevanî yê hevbeş de, aliyên xirîstiyan tekez kirin ku, lihevkirin baştirîn rêye bo çareserkirina pirsên çarenivîsaz li Herêma Kurdistanê, ku heman nêrîna PKD ye.
Herwiha behsa rewşa xirîstiyanan ligel şandeya PDK gotûbêj kirin, Nêçîrvan Barzanî jî tekez kir ku, her titşê ji dest Herêma Kurdistanê bê, bo kêmkirina dijwariya rewşa nexwastî ya ku hatiye serê xirîstiyanên penaber, ew dê texsîr nekin.
Hevdem Nêçîrvan Barzanî ragehand ku, bi awayekî gitşî me di civînê de tekez li ser wê serpêhatiya ku hatiye serê xirîstiyanan kir, bi taybetî piştî hatina Mûsilê, û wiha got: “Me tekez kir ku her tiştê ji Herêma Kurdistanê were bo aramiya wan, em dê bikin. Ji ber ku ew li mala xwe ne û ne mêvanin li cem me, hêvîdarin jî ku navçeyên wan werin azadkirin û bi selametî vegerin (malên xwe).”
Derbarê pisra destûr û serokatiya Herêma Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî ragehand ku, ew û xirîstiyan yek nêrîn bûn ku aramiya siyasî pêwîste, spasiya aliyên xirîstiyan bo pêşwazîkirina şandeya PDK jî kir.
Herwiha Barzanî hêvî xwest ku, hemû aliyên siyasî bigehin lihevkirinekê ku di berjewendiya hemû pêkhateyan de be.
Cîgirê Serokê PDK diyar kir jî ku, xirîstiyan ji gelên kevnar ên vî welatî ne, ciwaniya Kurdistanê jî ewe ku hemû netewe û ol û pêkhate bi asûdeyî bihevre dijîn.
Nêçîrvan Barzanî amaje kirjî ku, tiştê girîng ewe ku em bi hev re rûbirûyên tehdayên li pêş Herêma Kurdistanê bibin û got: “Tehdayên li pêş Herêma Kurdistanê gelek ji nakokiyên aliyên siyasî mezintirin.”
Derbarê hebûna de PKK jî li Herêma Kurdistanê Barzanî tekez kir ku, karê me yê serekî Herêma Kurdistana Iraqê ye, meydana karê PKK li Tirkiyê ye, ji ber ku ew dixwazin arîşeyên ligel Tirkiyê çareser bikin, ew niha li Herêma Kurdistanê mêvanin û got: “Helbet hêviya me jî ewe ku rojek bê û naonkiyên (PKK) ligel Enqereyê werin çareserkirin û vegerin cihê xwe.”




