26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Pentagon: Pêşmerge hêzeke çalak e...Nûrî Malikî jî sedema ketina Mûsilê bû

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Amerîka- Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ragehand ku Pêşmergeyên Kurdistanê hêzeke çalakin di parastina axa xwe de, Nûrî Malikî jî bi sedema ketina Mûsilê dide zanîn, dibêje jî ku serkirdeyên “jîr û lihevhatî” ji rizgarkirina nevçeyan re pêwîstî in.
Di civîna Encûmena Pîran a Amerîkyê de, Ashton Carter ragehand ku pêwste  proseya perwerdekirin û pirçekkirina  leşkerên Iraqê biserbikeve û da zanîn ku heta neha 250 pisporên Amerîkî gehiştine Iraqê.
Derbarê ketina Mûsilê de, Carter aşkere kir ku Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nûrî Malikî sedema ketina Mûsilê bû û got: “Siyaseta Heyder Ebadê cudaye ji ya Malikî.”
Herwiha diyarkir ku piştî ketina bajarê Mûsilê artêşa Iraqê lawazbûye û bi mebesta bihêzkirina leşkerê Iraqî û pêşkeftina wan, Amerîka plana şandina 3hezar û 500 perwerdekraran dariştiye ku li ser 6 navendan hatine parvekirin.
Di dawiya axfitina xwe de, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ragehand ku Pêmergeyên Herêma Kurdistanê “Hêzeke Bejayî ya çalak û bihêze ku berevaniya xaka xwe dike”  herwiha diyakir ku ew dê li ser pirçekirina wan berdewam bin.

Nûçeyên têkildar