26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şandeya PDK ligel xirîstiyanan di civînê de ye

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Bi mebesta hevîdtin û danûstandinê, şandeya Partiya Demokrata Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serdana baregeha Tevger Demokratîk a Aşorî li Hewlêrê dike.

Ev serdan îro Çareşemê, di çarçoveya hewldanên PDK yên ligel aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê bo gehiştin bi lihevkirinekê derbarê pirsên niştimanî de tê.

Şandeya PDK ku bi serokatiya cîgirê serokê partiyê Nêçîrvan Barzanî ye ji: Sekreterê Polîtbîroyê Fadil Mîranî, Endamên Polîtbîroyê Dr. Roj Nûrî Şawês û Azad Berwarî û Endamê Serkirdayetiyê Dilşad Şehab pêk tê.

Ji destpêka vê heftiyê ve, şandeya PDK li Silêmaniyê û Hewlêrê ligel praniya aliyên siyasî civîn kirine, di hemû hevîdtinan de jî tekez li ser pesendkirina pirsên niştimanî bi rêya lihevkirinê hatiye kirin, bi taybetî derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de.

Nûçeyên têkildar