26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Êdî navên kurdî li firokexanyên Bakur tên kirin

Çavkanî: KDP.info

KDP.infor-Bakurê Kurdistanê- Li Bakurê Kurdistanê navê firokexaneya Agiriyê bi fermî bû (Ehmedê Xanê).

Bi biryara Encûmena Wezîrên Tirkiyê ku îro, 8ê Tîrmehê, di rojnameya fermî ya wî welatî de belavbûye, navê firokexaneya Agiriyê û firokexaneya Hekariyê hat guhrtin.

Di biryarê de hatiye ku, êdî navê fermî yê firokexaneya Agiriya Bakurê Kurdistanê bû (Ehmedê Xanê) û navê (Selahedîn Eyûbî) jî li firokexanya Hekariyê hatiye kirin.

Beriya niha jî di serdana xwe ya bo Colemêrgê de, Serokwezîrê Tirkiyê Ehmet Davutoxlu soza guhertina navê firokexeyan Hekariyê bo Selehedînê Eyûbî dabû.
 

Nûçeyên têkildar