Kurdistan girêbestan ligel kompaniyayên petrolê îmze dike, mûçeya fermanberan jî peyda dike

KDP.info-Hewlêr- Endamekî Komîteya Çavkaniyên Xwezayî li Parlementoya Kurdistanê ragehand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pereyên pêwîst bo mûçeya fermanberan peyda kiriye, ji ber ku dizanî Bexda pêbenîd sozên xwe nabe.
Beyar Doskî di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragehand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê girêbest ligel kompaniyayê petrolê îmze kirine, li gor wê rêkeftinê dê hikûmet rêjeyekê ji petrola xwe radestî wan kompaniyayan bike, dê kompaniya jî pereyên wê petrolê radestî hikûmeta Herêma Kurdistanê bike “ji bo peydakirina mûçeya fermanberan bo.”
Doskî da zanîn ku, eger ti reşeke nexwestî neqewime, dê vê heftiyê mûçeua fermanberên Herêma Kurdistanê were parvekirin.
Navborî tekez kir ku, Herêma Kurdistanê dizanî ku dê Bexda pêbendî sozên xwe nebe û pereyên kêmtir ji mehên borî bişîne, lewma girêbest ligel kompaniyayên petrolê îmze kiriye.
Wî parlementerî aşkere kir jî ku, niha rojane Herêma Kurdistanê 600 hezar bermîl petrol dişîne derve, ew jî têra mûçeya fermanberan dike




