Muhsin Seidûn: PDKê nahêle mafê ti pêkhateyekî were xwarin

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Encumena Nûnerên Iraqê amaje bi wê yekê dike ku di dema danîna kursiyên kota û pêkhatên cuda li Herêma Kurdistanê, PDKê yekem partî bû ku pêdagirî li ser wê yekê kir ku divê mafê pêkhateyan bê liberçavgirtin, ku li Bexdayê jî wî karî dike û hemû alî jê razî ne.
Muhsin Seidûn, Endamê Encumena Nûnerên Iraqê ji Fraksiyona PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di dema xwe de li Parlemantoya Kurdistanê PDKê gellekî pêdagirî li ser wê yekê kir ku divê pêkhateyên Kurdistanê li parlamentoyê deng û mafê wan hebe, ji ber ku em hemû bi hevre ciwan in, li ser vê bingehê pêdagiriya PDKê bû sedem ku pişkek bo pêkhateyên cuda yên Kurdistanê di Parlamantoya Kurdistanê bê diyarkirin.”
Seidûn wiha got: Em nahêlin ti kes û aliyek bo merameke siyasî, ji kursiyên kota kêm bike.
Wî parlamanterî wiha domand: “PDKê li Bexdayê jî xema mafê kêmîneyan dixwe, lewma me 2 kursiyên xwe dan kurdê êzîdî, helbet aliyên din jî tê de ne.”




