Şingal.. DAIŞ di êrişa vê êvarê de jî hat şikestin..10 term li şûna wan man

Şingal-KDP.info- Hêzên pêşmerge êrişa çekdarên DAIŞê li bajarê Şingalê têkbirin û zêdetirî 10 termên kuştiyên DAIŞê ketine destê hêzên pêşmerge. Hat ragihandin, heya niha jî şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAIŞê de berdewam dike.
Fermandeyê Lîwaya 8 a Hêza Pêşmerge li Şingalê, lîwa Haşim Sîteyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên DAIŞê li hemû aliyan ve êrişî hêzên pêşmerge kirin û heya niha jî şerekî dijwar di navbera hêza pêşmerge û çekdarên DAIŞê de berdewam dike.”
Haşim Sîteyî herwiha got: “DAIŞê bi rêya 3 otomobîlên bombekirî û çend çekdarên xwekuj dest bi êrişê kir, lê çekdarên xwekuj ên DAIŞê ji aliyê pêşmerge ve hatin kuştin û otomobîlên bombekirî jî hatin teqandin.”
Wî fermandeyê hêza pêşmerge herwiha da xuyakirin, jibilî çekdarên xwekuj ên DAIŞê ku hatin kuştin, zêdetirî 10 termên din ên çekdarên DAIŞê ketine ber destê hêzên pêşmerge û dibe ku kuştiyên DAIŞê gelek zêdetir bin.
Haşim Siteyî herwiha ragihand, piştî ku şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAIŞê de dest pê kir, baalfirên hevpeymanan jî cihên DAIŞê bombebaran dikin




