25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tirkman: Em ligel mana serok Kurdistanê ne..Helwesta PDKê bilind dinirxînin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Bereya Tirkmanî di Parlamentoya Kurdistanê de ragihand ku, ew wek pêkhateya tirkmanî ligel wê yekê ne ku di vê qonaxê de ti guhertinek di Serokatiya Herêma Kurdistanê neyê kirin, ji ber ku di vê rewşê de ji hemû aliyekî ve pêwîstî bi serok Barzanî heye. Tirkman helwesta şanda PDKê bilind dinirxînin û dibêjin ya herî baş ew e ku Serokê Herêma Kurdistanê li ser kursiyê xwe bimîne û ew pirs bi Destûra Kurdistanê were çareserkirin û yekalîkirin.

Serokê Bereya Tirkmanî di Parlamentoya Kurdistanê de Ayidin Meirûf ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek pêkhateya tirkmanî ligel wê yekê ne ku di vê qonaxê de ti guhertinek di Serokatiya Herêma Kurdistanê neyê kirin, ji ber ku di vê rewşê de ji hemû aliyekî ve pêwîstî bi serok Barzanî heye.”

Muna Qehweçî, Parlamentera Kurdistanê ji ser neteweya tirkmanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro li mala tirkmanan, nûnerên tirkmanan ligel Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re ya PDKê civiyan. Civîneke girîng bû. Di wê civînê de behda pirsa Destûra Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê hate kirin.

Wê parlamantera tirkman wiha domand: “Em wek Tirkman dibînin ku ya herî baş ew e ku Serokê Herêma Kurdistanê Serok Barzanî li ser kursiyê xwe heta dawiya vê xula parlamentoyê bimîne û ew pirs bi Destûra Kurdistanê were çareserkirin û yekalîkirin, ji ber ku pirsekî girîng e û jêdereke nişimanî ye, ku pêwendiya wê bi her kesekî li Herêma Kurdistanê ve heye. Herwiha em destxweşiyê li şanda PDKê dikin, ku serdana hemû aliyan dike bo çareserkirina pirsgirêkan.”

Qehweçî wiha got: “Em wek tirkman baweriya me bi pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê heye û bo çareserkirina wan aloziyan destê xwe bidin hev da ku serbikevin.”
 

Nûçeyên têkildar