25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

MÛSIL– Emîrekê DAIŞê hat kuştin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Li bajarê Mûsilê bombeyek bi karwana çekdarên DAIŞê ve teqiya û di encam de emîrekî DAIŞê ku bi esil ji Pakistanê ye, tevî 3 çekdarên din ên wê rêxistinê hatin kuştin.

Berpirsê Ragihandina Liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê, Seîd Memozînî ji malpera KDP.info re ragihand: "Di dema serdankirina çekdarên DAIŞê bo balafirxaneya bajarê Mûsilê de, bombek bi karwana otomobîlên DAIŞê de teqaiya û di encam de emîrekî DAIŞê bi navê Mihemed Serdarxan ê bi esil Pakistanî û 3 çekdarên din ên DAIŞê hatin kuştin û 4 çekdarên din ên wê rêxistinê jî birîndar bûn."

Memozînî herwiha got: "Ji ber ku hejmara kuştî û birîndaran, çekdarên DAIŞê rê nadin xelkê bajarê Mûsilê ku serdana nexweşxaneya Cimhûrî (Komarî) bikin, ew jî ji ber tirsa ji aşkerebûna hejmara kuştî û birîndarên wan."

Wî berpirsê PDKê herwiha tekez kir, li gor wan agahiyên ku gihîştine wan, çekdarên DAIŞê 8 çekdarên xwe ku di şerê ligel hêzên pêşmerge de birîndar bibûn, dane ber guleyan û kuştine.
 

Nûçeyên têkildar