Balafiran li 30 terorîstan dan

Şingal-KDP.info- Di êrişên balafirên hevpeymanan bo ser çekdarên DAIŞê de, 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 14 çekdarên din jî birîndar bûn.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Şingalê, Emîd Izedîn Sindî ji malpera KDP.info re ragihand: Balafirên hevpeymanan 3 êriş li dijî baregeh û navendên rêxistina DAIŞê li Şingalê pêk anîn. Hat zanîn, ku êrişa Yekem di saet 11:30an nûye û êrişa din jî di saet 13:00 de hatiye encamdan.
Emîd Izedîn Seidû ragihand: “Êrişa balafiran li kela Simayil Beg, Taxa Nesr û Taxa Pêşesaziyê li navenda qezaya Şingalê bûye ku di encam de zêdetirî 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 10ên din jî birîndar bûn.”
Izedîn Seidû herwiha got: “2 otomobîlên curê Bacer, 2 Pick up û şofêleke DAIŞê hatin têkbirin.”




