Îtalya li ser piştgiriya Kurdistanê berdewam dibe

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li şandeke Îtalyayê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan eşkere kir ku vê hikûmeta Îtalyayê pitgîriyên xwe bo Kurdistanê bidomîne û Îtalya hewl dide di her warî de bi taybetî di warê leşkerî û abûrî de peywendiyên xwe yên li gel Kurdistanê berfiretir û bihêztir bike.
Îro Sêşemê Serokwezîrê Kurditanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Îtalyayê yê li Iraqê Marco Carnelos û heyeteke pê re kir.
Di civînê de heyeta mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han bo Kurdistanê diyar kir û ecibmayiya xwe jî ya li hember pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de diyar kir û spasiya hêzên pêşmerge jî kir ku di şûna tevahiya cîhana azad de şerê dijî terorîstên DAIŞê dikin.
Heyet herwiha eşkere kir ku vê hikûmeta Îtalyayê pitgîriyên xwe bo Kurdistanê bidomîne û Îtalya hewl dide di her warî de bi taybetî di warê leşkerî û abûrî de peywendiyên xwe yên li gel Kurdistanê berfiretir û bihêztir bike.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya serdana heyeta mêwan kir û got: “Ciyê serbilindî û şanaziyêye ku Kurd di şûna cîhana azad de şerê dijî terorîstên DAIŞê dike.”
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî herwiha behsa serkeftinên hêzên pêşmerge li hember terorîstên DAIŞê kir û eşkere kir ku niha hevsengiya hêz di şerê dijî terorîstên DAIŞê de di destê Kurd deye û terorîstên DAIŞê jî ketina paşkeşî kirin.
Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya hikûmeta Îtalyayê kir ku weke welatên din di destpêkê şerê dijî terorîstên DAIŞê de hevkariya Kurdistanê kiriye.




