26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dezgeha Barzanî alîkariya 4 hezar û 841 malbatên hejar û penaber dike

Çavkanî: KDP.info

KDP.info-Hewlêr- Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî bi rêya ofîsên xwe li hemû kampên penaberan li Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam alîkariya penaberan dike, ligel hatina meha Remexzanê jî, alîkariyan li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê parve dike.

Di ê derbarê de, Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî bi alîkariya Heyva Sor a Îmaratî, hezar û 200 karton xwarin li ser 600 malbatên hejar li taxa Hevalan a Hewlêrê parvekir.

Li Kampa Mamilyan jî, dezgehê bi hevkariya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê alavên sarkirinê li ser 2 hezar û 334 malbatan belav kir.

Herwiha li Kampa Berdereşê û bi hevkariya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî alavên sarkirina ava vexwarinê li ser hezar û 907 malbatên kampa navborî belav kir.

Nûçeyên têkildar