26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Konfransa rojavayê Kurdistanê li Firensa: Divêt em rêkikevtina Hewlêrê bihêz bikin

Çavkanî: KDP.info

Konferansa li ser Rojavayê Kurdistanê ya bi navê “Şêwra Neteweyî” ya ji aliyê KNK’ê ve li paytexta Franse Parîsê tê organîzekirin, dest pê kir.
 

Nunerên Desteya Bilind a Rojavayê Kurdistanê axaftina vekirinê kirin û banga “Me bi tenê nehêlin” kirin. Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk jî got; “Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan. Lê xeteriyên mezin li benda me ne. Divê em yekitiya neteweyî esas bigirin.”


Di konfransê da ku ji aliyê kongira neteweyê ya Kurdistanê ve KNK ve hatî ye berhevkirin, endamên desteya bilinda rojavayê Kurdistanê serok û endamên KNK hevserokên kongira civaka dîmokiratîk KCD û konsolê Firensa li herêma Kurdistanê û bi sedan siyasetmedarên ji her çar parçeyên Kurdistanê w rojnamevanên uropa û endamên perlemanê Firensa jî pişkdarî kirin û li ser rewş û paşeroja rojavayê Kurdistanê gengeşe kirin.


Sînem Mihemed endama desteya bilinda kurdî li rojavayê Kurdistanê di axivtina vekirina konfransê da diyar kir ku gelê kurd li rojavayê Kurdistanê ne alîgirê rjêma Esede û ne jî alîgirê leşikirê azad yan dijberên rijêmêye û got :kurd ji herkesekî zêdetir dixwazin rijêma Esed bihête rûxandin û gelê kurd ew 18 heyivin li ser piyane û niha bajêrên xwe birêve dibin û wek xeta sêyem kar û çalakyên xwe encam diden û me ji zaro heta jinan hemû taxên civakê rêkxistî ye û piştevaniya ji parçên dî yên Kurdistanê li gel me da cihê rêzgirtinê ye û em dibêjin me bi tenê nehêlin.


Nesiredîn Îbrahîm endamê desteya bilinda kurd li rojavayê Kurdistanê jî di axivtina xwe da ragehand ku wan li roja 11 tebaxa evsale li Hewlêrê bi destpêşxeriya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peymaneka dîrokî îmza kirine û got: niha piraniya xalên rêkikevtina Hewlêrê hatine bicîh kirin û karên desteya bilinda kurd bi serkevtî birêve diçît û niha pêdiviya xelkê me bi hevkariya madî û siyasî heye û gelê kurd di vê derbarê hevkarî û dilsoziya xwe ji me kêm nekirîne.


Konsolê Firensa li herêma Kurdistanê berinard dorîn jî di axivtina xwe da diyar kir ku ew herdem dixwazît ku gelê kurd bigehe mafên xwe yên rewa û got: mafê hemû parçên Kurdistanêye ku wek herêma otonomiya Kurdistana Îraqê herêmên xwe ava bikin û xwe birêve biben û bila bihête zanîn ez dost û heyranê gelê kurdim û şanazyê bi wê yekê dikim.


Ehmed turik hevserokê KCD jî di axivtina serinc rakêşa ser rojavayê Kurdistanê wî got: rojavayê Kurdistanê klîla azadiya hemû Kurdistanêye û ev sedsal sedsala azadiya gelê kurde li hemû parçeyên Kurdistanê

Evro

Nûçeyên têkildar