Dilşad Şehab: Daxuyaniya Kaka Seidî sosret bû..YNK di tevaya pirsan de hevparê rasteqîne bû

KDP.infor-Hewlêr- Dilşad Şehab rexneyan li daxuyaniya vê dawiyê ya Seid Pîre digre û dibêje ku tiştê di wan daxuyaniyan de hatiye “sosret bû bo PDK”, herwiha tekez dike ku, herdem YNK hevpara rasteqîne ya PDK bû.
Derbarê daxuyniyeke Endamê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre de, ku dibêje hinek arîşeyên wan ên din ligel Partiya Demokrata Kurdistanê heye, li ser pirsa agehdarbûn ji biryara siyasî ya Herêma Kurdistanê û dosyaay aborî û ewelhî, Endamê Serkirdayetiya PDK Dilşad Şehab ji KDP.info re raghenad ku “Derbarê biryara siyasî, hemû aliyek dizane ku biryarên çarenivîsaz li Herêma Kurdistanê, cenabê Serok Barzanî bi taybetî di demên borî de, li ser hemû pirsên çarenivîsaz nêrîna tevaya aliyên siyasî wergirtiye û li gor desthilatên xwe wek Serokê Herêma Kurdistanê danûstan ligel hin pirsên taybet bi siyaseta derve kiriye, lê ligel wê yekê jî, di hinek pirsên çarenivîsaz de xelkên Kurdistanê şahidin ku çend civîn ligl aliyên siyasî kirine, civîna dawî jî beriya cûna Serok Barzanî bo Amerîkayê bû, hemû aliyên siyasî jî ji pirsên çarenivîsaz yan pirsên siyasî yên girîng agehdar kiribû (…) lê eger arîşeya amadebûn û dabeşbûna di nava YNK de li cem kak Sidî hebe, ku ew bixwe wek yek tîm agehdarî pirsan nabin, bi rastî ev ne arîşeya me ye.”
Derbarê mafê aborî jî, Dilşad Şehab wiha bersiv dide: “Cihê sosretê ye li cem min ku partiyek ji sala 2005an ve beşdarî 3 kabîneyên hikûmetê bûye û postên girîng û bilind di dest de bû daxuyaniyeke wiha bide, çend carekê kak Îmad Ehmed ku cîgirê serokê hikûmetê bû ragehandiya ku: Ew agehdarî hemû hûrgiliyên pirsa petrolê ne. niha jî kak Qubad Talebanî ku cîgirê serokê hikûmetê ye bi heman awayî, her ji bo bibîranînê, dosya aborî ya dawî li Herêma Kurdistanê ku di rojevê de ye, babeta wergirtina deyanan e, ez agehdarim ku ev dosya bi temamî ji aliyê kak Qubad ve tê serpereştîkirin (…) lewma li cem cihê sosretê ye ku kak Seidî Pîre vê pirsyarê derbarê PDK de bike, eger ev yek jî girêdayê rewşa navxwe ya YNK û agehdarnebûna hevdu be, ev arîşeyeke navxweyî ye û peywendiya pê re nîne.”
Li ser pirsên girêdayî rewşa ewlekarî jî, Şehab got: “Heta beriya salekê, Wezîrê Pêşmerge ji YNK bû, ku ew post di dest kaka Şêx Ceifer de bû, niha jî wek Pêşmergeyekî û fermandarekî di biryaran de beşdare û serpereştiy eniyake berfereh dike, berpirsê asayişa herêm jî kak (Dr. Xesrew) bû, lewma ev daxuyaniya niha ya kak Seidî sosret bû. Piştî 10 salan ji karkirina hevbeş û beşdariya di pirsên çarenivîsaz de, ew destkeftên ku di wan waran de pêkhatine, destkefta hemû hikûmetên Kurdistanê dizanin, ku YNK jî hevpareke asayî bû têde, ti carekê jî me rol û pêgeha YNK înkar nekiriye, lê pirsyarên kak Seidî Pîre bo medyayê, li cem me cihê sosretê bûn.”




