26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dr. Kemal Kerkûkî: Pêşmerge duhî jî bi tundî li DAIŞê da

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk – Dûbiz dibêje şevê din jî çekdarên DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge kirin, lê êrişa wan hat şikestin û reviyan.

Dr. Kemal Kerkûkî, Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk – Dûbiz ragihand: “Şevê din terorîstên DAIŞê ji li eniya rojavayê Kerkûkê û li eniya 4, êriş kirin, ku pilana wan hebû, lê bi lêdana kombûna wan ji aliyê hêza piştevaniya ya 2 û Pêşmerge êrişa wan hat têkbirin û bera wan dan ji deverê û nehiştin yek bustê pêde bên.”

Kerkûkî wiha got: “Çekdarên DAIŞê li eniya 4 hinekî pêşde hatin lê tabûra 1 û 2 çûn Murre û ketin xeta berevaniyê û bi tundî li wan terorîstan dan û demeke kurt de ew ji wî gundî derxistin. Gellek termên wan terorîstan li cihê şer mabûn.”
 

Nûçeyên têkildar