26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge û balafiran li DAIŞê dan

Çavkanî: KDP.info

Teşte-KDP.info- Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li gundekî eniya Rojavayê Dîcle li çeper û navendên DAIŞê dan û di encamê de çend terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Îro danê êvarî saet 7:30 hêzên Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî bi çekên giran û bi hevahengî ligel balafirên hevpeymaniyê, navendeke terorîstên DAIŞê li gundê Teşte li hember duriyana Keskê li eniya Rojavayê Dîcle borduman kirin.

Li gorî zanyariyên hûr ên hewalgîrî û fermandarên Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî di wan operasyonan de hêzên Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî û balafirên hevpeymaniyê zêdetirî 5 terorîst kuştine.
 

Nûçeyên têkildar