26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK û Arasteya Sêyem: Çareserê tenê sazan e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şanda PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de bo gotûbêjkirina pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û Destûra Kurdistanê îro li Hewlêrê, ligel Fraksiyona Arasteya Sêyem civiya.

Di çarçoveya civînên xwe yên li gel part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de îro heyeta partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta giftûgo kirin derbarê pirsa destûra bingehîn ya Kurdistanê û herwiha pirsa Serokatiya Kurdistanê serdana Fraksiyona Arasteya Sêyem kir.

Di civînê de behsa wan mijaran û çend mijarên din yên girîng ên netewî hate kirin û tekez li ser pêwîstiya lihev kirina û jihev fêmkirina partiyên siyasî yên Kurdistanê hate kirin.

Herdu alî yek nêrîn bûn ku tenê çareseriya pirsgirên niha yên Kurdistanê bi taybetî pirsa Destûra Kurdistanê û Serokatiya HerêmaKurdistanê sazan û gotûbêj û jihevtêgiheştin e.

Herwiha di wê hevdîtinê de tekez hatiye kirin ku, pêwîst e hemû nêzîkî aramiyê û lihevkirinê bibin û rewşa niha ya Herêma Kurdistanê li ber çav bigirin, da ku di demeke nêzîk de çareserî çêbibe û dawî li li hemû pirsgirêkên Kurdistanê bê.

 

Nûçeyên têkildar