Nêçîrvan Barzanî ligel tirkmanan jî civiya

Hewlêr-KDP.info- Piştî hevdîtina ligel parlamenterên tirkman ên Parlamentoya Kurdistanê Alîkarê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî behsa nûçeyekê kir ku dilê wî xweş kiriye.
Şanda PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de bo gotûbêjkirina pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û Destûra Kurdistanê îro li Hewlêrê, ligel parlamenterên tirkman civînek pêk anî.
Piştî civînê Barzanî û herdu parlamenterên tirkman Aydin Marûf û Mûna Qehwecî konferanseke rojnamevaniyê lidar xistin û Barzanî got ku tirkman duyem pêkhateya Kurdistanê ne.
Nêçîrvan Barzanî di konferansê de ragihnad: “Wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ez dilxweş bûm dema min ew nûçe bihîst, ku êdî li mizgefteke bajarê Hewlêrê xutbeya roja înê bi zimanî tirkmanî tê xwendin, ku ev xaleke bihêz bo pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê ye.”
Nêçîrvan Barzanî her wiha diyar kir ku tirkman û aşûrî jî weke gelê kurd xwedan heman maf û azadiyan in.
Îro danê sibê şanda PDKê bi serokatiya Alîkarê Serokê Giştî yê wê partiyê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Emîrê Komelê Elî Bapîr û rayedarên din ên Komelê re hevdîtin kir.




